Türkan Tosun
12 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2021
Li Mûşê bi rojane hewa sar e, ji ber vê qismekî mezin a rûyê Bendava Alparslan-1ê qeşa girt.
Li herêmê piştî berf barî hewa sar bû.
Li bajêr germahiya hewayê di binê sifirê da heta 15 pileyan kêm bû, qismekî mezin a rûyê Bendava Alparslan-1ê qeşa girt.
Ji ber serma û hişkiyê rûyê çem û golan qeşa girt, li ser dar û beran jî qirawî çêbû.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be.
Hin caran mij, dûman, qeşa û hişkî wê çêbibe, li herêmê germahiya hewayê jî li gor demsalê wê zêde be.
Ji aliyê başûr û rojava car caran bayekî nîveqewî wê bê.
Germahiya herî zêde wê li Hekariyê 11 pile, li Bidlîsê 10 pile, li Wanê 9 pile û li Mûşê jî sifir pile be.