Abdullah Tel
12 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2021
Xizangvanên Gola Çildirê ku bi çar çavî li benda barîna berfê ne her roj hespên xwe derdixin derva, amade dikin û dixwazin ku li ser golê dest bi karê gerandina turîstan bikin.
Ji ber hewaya sar a di rojên dawîn da rûyê golê bi tevahî cemed girt lê berfa ku dihat payîn wê bibare hê jî neketiye erdê û ev jî bi kêrî xizangvanan nayê.
Xizangvan xwediyên hespan dixwazin turîstan li ser gola cemed girtiye bigerînin lê ji ber ku cemed bi tena serê xwe ji bo xizangên hespan şemetokî ye ew nikarin bi rihetî karê xwe bikin.
Xwediyên hespan ji bo ku heywanên wan bi xizang kişandinê li ser xwe bimînin car caran wan derdixin ser cemedên keviya golê û hêdî hêdî wan digerînin.
- "Golê zû qeşa girt"
Ufuk Adayê xizanvaniyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îsal rûyê golê li gor salên berê zû cemed girt û niha di asta ku dixwazin da ye jî û wiha domand: "Gola Çildirê li gor sala par him zû cemed girt û him jî stûriya cemedê tam li gor daxwaza me ye. Bi cemedgirtina wê em kêfxweş bûn lê ji ber ku berf tuneye jî em xemgîn in lewra nalên hespan jî têrê nakin. Em zêde bi lez nikarin biçin û nêzî peravê hêdî hêdî li ser cemedê digerin. Xizmeta me bi qasî dera ku hesp dikare biçê ye. Em bi çar açavan li benda berfê ne."
Ada diyar kir ku li herêmê kesên hatine û dixwazin wêneyan bikişînin hene û ew jî ji bo wan kesan li keviya golê tûr diavêjin û wiha pê da çû: "Bi dehan xizangvanên hespan li bendê ne ku berf bibare. Koma me ji 5 kesan pêk tê û bi tenê ez hatim. Awayê li bendê me em nikarin kar bikin lewra em li ser gola cemed girtî heta cihê ku dixwazin herinê, nikarin herin. Stûriya cemedê di asteke baş da ye û lê ji bo ku nalê hespê bigire divê berf jî hebe. Heke berf nebe hesp gelekî diwestin lewra dema berf tunebe nal cemedê nagire û heywan jî zehmetiyê dikişîne."
Li ser Gola Çildirê her zivistan bi xizangên hespan turîst tên gerandin û sala ku berf bibare ser cemeda golê karê xwediyên hespan him hêsantir û him jî bi berekettir dibe. Lewra hesp dema berf hebe bi rihetî gav diavêjin li dema cemed be bi tirs tevdigerin û zêde pêşva naçin.