Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
07 Sibat 2025•Rojanekirin: 11 Sibat 2025
Li bajêr berfa ku duhê dest pê kir û navber bi navber bariya, derodor sipî venixumand.
Dîmenên gundên ser bi navenda parêzgehê bi dronê hat kişandin.
Li navçeya Sariqamîşê jî qalindahiya berfê gihişt 25 santîmetroyan.
Welatiyan berfa li ber deriyê xanî û kargehên xwe maliştin, ekîbên şaredariyê li kolan û cadeyan dest bi xebata maliştina berfê kirin.
Ji welatiyan Celal Gok destnîşan kir ku ev 2 roj e berf dibare û got, "Pêwîstî bi berfê hebû. Ji bo navenda kaşûnê heke berf nebare geştiyarî jî nabe."
Ekîbên ser bi Rêveberiya Herêma 18emîn a Rêbejan jî li ser guzergeha Qers-Erziromê dest bi xebata xwêrijandin û maliştina berfê kirin.