Cüneyt Çelik,Günay Nuh
07 Adar 2023•Rojanekirin: 07 Adar 2023
Li Qers û Erdexanê berfa ku dibare û serma tengasiyê dide kişandin.
Li Qersê du roj in berf bêhn bi bêhn dibare û bager radibe. Berf û bager car caran di çûyîn û hatinê da tengasiyê derdixe.

Ji ber berf û bagerê meriv nikare biçe gundên Çamyazi û Înkayayê.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Li Erdexanê jî sir û serma heye.
Ev du roj in li bajêr berf dibare û paşê serma çêbû.
Bi şev di sir û seqemê da cemed çêdibe.