Oktay Özden,Orhan Çiçek
04 Adar 2023•Rojanekirin: 13 Adar 2023
Li Çelîkxana navçeya Adiyemanê titûna ku ji bo hişkirinê bi banên xaniyan va daliqandibûn di bin enqazê da ma.
Di 6ê Sibatê da li Bazarcix û Elbistana navçeyên Meraşê bi mezinahiya 7,7 û 7,6an erdhej çêbûn û tesîr li 11 bajarî kirin.

Ji deverên erdhejê lêxist yek jî Çelîkxana navçeya Adiyemanê bû. Hin şêniyên li navçeyê debara xwe bi titûnê dikin jî zirar dîtin. Lewra wan ji bo hişkirinê titûn li banên xaniyên xwe daliqandibûn û di erdhejê da piraniya titûnê jî zirar dît û jê dahat ne mimkun e.
- "Li navçeya me salê bi qasî 30 ton titûn tê berhevkirin"
Mixtarê Taxa Bahçelîevlerê Mustafa Sariyê ku ew jî titûnê datîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew biharê titûnê datînin û di meha cotmehê da jî dest bi berhevkirina titûnê dikin.

Sari destnîşan kir ku titûna berhev dikin ji bo hişkirinê dadiliqînin û wiha domand: "Titûn bi qasî sê mehan ji bo hişk bibe daliqandî dimîne û ev yek jî piranî li banên malan tê kirin. Dema qala Çelîkxanê tê kirin titûna wê tê bîra mirov. Em bi titûnê debara xwe dikin, piştî ku banên xaniyan hilweşiyan titûn jî di bin da ma. Li vê derê her mal bi qasî 100 hezar lire pere ji titûnê qezenc dike lê niha ew jî çû. Li navçeya me salê bi qasî 30 tonî titîn tê berhevkirin."
Ji şêniyên navçeyê Celal Akdag jî destnîşan kir banên xaniyên li navçeyê tijî titûn in lê ji ber talûkeyê kes nikare here û titûnê ji ban bîne xwarê.
Akdag destnîşan kir ku erdhejan tevlî xanî, avahî, dikan û wesayîtan zirar da titûna Çelîkxaniyan jî.