İbrahim Atmaca
21 Nîsan 2020•Rojanekirin: 22 Nîsan 2020
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û ewrayî be; bi navber tavî û teyrok tê payîn.
Tê payîn ku li herêmê germa hewayê li gor şertên demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erziromê 3, li Qers û Erdexanê 4, li Agiriyê 6, li Tunceliyê 8, li Erzincanê 9 û li Îdirê 11 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tuncelî û Îdirê 23, li Erzincanê 20, li Agiriyê 16, li Erziromê 15, li Qersê 14 û li Erdexanê 8 pile tê payîn.