Yunus Hocaoğlu
18 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2021
Li rojhilatê welêt barîna berfê ew ê dewam bike.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be û baranê bibare. Li dorberê Îdirê şilope, li herêmên din jî berfê bibare. Germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê başûr ra rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Îdirê 1, li Erzincan û Tunceliyê 2, li Erdexanê di binê sifirê da 7, li Qersê di binê sifirê da 5, li Agiriyê di binê sifirê da 3, li Erziromê di binê sifirê da 2 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Qersê 1, li Erzirom û Erdexanê 2, li Agiriyê 3, li Erzincan û Tunceliyê 5 pile be.
Li navendên xweşiqitandinê yên herêmê qalindahiya berfê li Palandokenê 60, li Erganê 29, li Sariqamîşê jî 22 santêm hat pîvandin.