Yunus Hocaoğlu,Abdullah Söylemez,Cüneyt Çelik
18 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2021
Erzirom, Agirî û Qers bi berfa bi şev barî va çîl û sipî bûn.
Li Erziromê berfa bi şev dest bi barînê kir hetanî ber destê sibê dewam kir. Bi barîna berfê va ser wesayîtan berf girt.
- Agirî
Li Agiriyê jî berfa duh dest bi barînê kir bi navber dewam dike. Li bajêr kûçe û kolan çîl û sipî bûn, ekîbên paqijkirina berfê dest bi xebatên paqijkirinê kirin. Welatiyan jî berfa li ser û ber avahiyên xwe paqij kir.
- Qers
Li Qersê jî berfa bi şev dest bi barînê kir bajar çîl û sipî kir. Li bajarê hewaya wê gelekî sar e rûyê çeman cemidî. Welatiyan betanî û xalîçe avêtin ser wesayîtên xwe da ku ji sermayê mihefeze bikin.
Li Sariqamîşê jî bi şev berf barî.