Cebrail Caymaz
03 Sibat 2026•Rojanekirin: 05 Sibat 2026
Li Şanliurfayê baran û zîpika ku barî bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Li bajêr dema nîvro baran barî û paşê jî zîpik barî.
Ji ber baranê li kuçe û kolanan golên avê çêbûn.
Welatî û şofêran zehmetî kişandin.
Ji bo ku wesayîtên wan zirarê nebînin, welatiyan karton û pîne avêtin ser wesayîtên xwe.