Cebrail Caymaz
03 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2025
Li Xelîliyeya navçeya Şanliurfayê ji ebr teqîna tupa biçûk 4 kes birîndar bûn.
Li Taxa Şehîtlîkê li qata daketinê ya avahiya sê qatî ji ber sedemeke jê nayê zanîn tupa biçûk teqiya.
Di encama teqînê da dîwarê derva yê li kolanê dinêre welgeriya û eşya pekiyan derva û li malê xisareke mezin çêbû.
Xeber hat dayîn û li ser vê ekîbên tenduristî, îtfaiye û polêsan sewqî cihê bûyerê kirin.
Ekîbên tenduristiyê 4 kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên li bajêr.