Hüseyin Demirci
05 Gulan 2025•Rojanekirin: 06 Gulan 2025
Li Sariqamîşa navçeya Qersê piştî barana gur zîpik barî.
Li navçeyê ji dema nîvro û pê va barana gur barî û hewa sar bû.
Piştî hewaya sar zîpik barî, heywandarên ku li deverên çiyayî heywanên xwe diçêrandin zehmetî kişandin.
Welatî Serhat Yildiz daxuyand ku li navçeyê ev çendeke barana gur dibare û îro jî zîpik bariye û her der çîlspî bûye.
Şivan Azat Kaya jî got ji ber zîpikê wî zehmetî kişandiye.