Mehmet Niyazi Deniz
15 Îlon 2026•Rojanekirin: 15 Îlon 2026
Li gor agahiyên ji Midûriya Bajêr a AFADê hatin hildan li ser îxbara ku li Gokbudaka gundê Perwariyê M.R.B (42) yê ku astengdarê aqilê ye ji mala xwe derketiye û car din venegeriyaye mala xwe ekîbên AFAD, UMKE, tenduristî û cendirmeyan sewqî herêmê kirin.
Di encama xebatên li çolwarê gund hatin kirin da M.R.B biqasî 2 kîlomêtro dûrî mala xwe hat dîtin.
Kontrola tenduristiya M.R.B hat kirin û paşê ew teslîmê malbata wî kirin.
Li Ardaçaliya gundê Baykanê Hasan Alpê 17 salî yê ku ji bo çêrandina pezê xwe derket ji ber ku êvarê venegeriya mala xwe xizmên wî xebatên lêgerînê dan destpêkirin.
Telefona berikê ya Alp li çolwarê hat dîtin.
Li ser îxbarê ekîbên AFAD, UMKE û cendirmeyan sewqî herêmê kirin.
Di lêgerîna ku gundparêzan jî piştgirî danê da Alp li daristana biqasî 3 kîlomêtro dûrî gund hat dîtin.
Kontrola tenduristiya Alp hat kirin û paşê ew teslîmê malbata wî kirin.