İbrahim Atmaca
17 Gulan 2017•Rojanekirin: 22 Gulan 2017
ÎZMIR
Reşên şevê li nav bostan, bax û baxçeyan tên çikandin ku heywanên pezkovî jê bitirsin, birevin û zirarê nedin çandiniyê. Li Urlaya navçeya Îzmirê "reşên şevê" vê carê jî ji bo tûrîstan hatin çêkirin.
Mîhrîcana Oyukê ya Gundê Barbarosê wê di 19-22yê gulanê da were lidarxistin û ji bo mîhrîcanê kuçeyên gund bi reşê şevê hatin xemilandin.

Gundiyên ku bi çandiniyê debara xwe dikin ji reşê şevê ra dibêjin "oyuk". Gundiyan bi hev ra di atolyeyan da 400 reşê şevê çêkirin û reş li serê koşeyan, kêlekên rê hatin çikandin, li rawestgehên otobêsan û stûnên ceyranê va hatin daliqandin.
Seroka Komîteya Mîhrîcanê Demet Kuçukkayalarê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî berhevkirina zeytûnan gundiyan ji bo mîhrîcanê dest bi çêkirina reşê şevê kir.

Kuçukkayalarê got ku kincên ku gundî êdî li xwe nakin, ew car caran berhev dikin ku pê reşê şevê çêkin.
Kuçukkayalarê diyar kir, ji bo şemla reşên şevê zêde be, wan atolye ava kir û wan îsal ji nifûsa gund zêdetir reş çêkirin.
Kuçukkayalarê got: "Nifûsa gundê me 300 e, hejmara oyukên ku me çêkirin 400 e. Hejmara oyukan ji nifûsa gund zêdetir e. Di mîhrîcana me da mêhvan dê rastî qerebalixiya oyukan werin."
Kuçukkayalarê destnîşan kir ku cara duyemîn e ku ew vê mîhrîcanê li dar dixin, reşên ku li gund hatin bicihkirin wê heta dawiya havînê bimînin.