Mesut Varol
10 Nîsan 2025•Rojanekirin: 10 Nîsan 2025
Li Wanê bagera gur zirar da çatiyên hin avahiyan, çiqlên daran şikandin.
Li bajêr duh bager rabû û gur kir, tengasî da kişandin.
Bagerê hin darên kêleka rê xistin, çiqlên wan şikênandin, konteynerên çopê pekandin nava rê.
Ji ber bahozê li navçeyên Îpekyolu û Edremîtê çatiyên hin avahiyan zirar dîtin.
Perçeyên çatiyan ketin û zirar dan wesayîtên parqkirî.
Li bajêr ji ber xwelî û xubarê mesafeya dîtinê kêm bû, hewa qirêj bû. Wesayît û pace û şaneşînên xaniyan di xubarê da man.
Tê payîn ku tesîra bagera gur û xubarê wê dewam bike.