Orhan Sağlam,Sabri Yıldırım,Berfin Sidar Aşit,Harun Nacar,Hikmet Temeş
25 Sibat 2025•Rojanekirin: 26 Sibat 2025
Li Wan, Mûş û Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêya 34 cî û waran hat girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, ji ber berf û bagerê li tevahiya bajêr rêyên 5 taxan hatin girtin.
Li Mûşê ji ber berf û bagera li deverên bilind rêya 24 gundan hat girtin.
Li Bidlîsê berfê rêya 5 gundan girt.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.