Türkan Tosun
10 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2020
Peykersazê Sûriyeyî Ekrem Safvanê li Şanliurfayê dijî peykerên wek yên li Girê Mirazan ya di nav Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cih digre û weke "destpêka dîrokê" tê pênasekirin çêdike, parkên bajêr bi wan dixemilîne.
Ekrem Safvanê 59 salî yê ji ber şerê navxweyî ji welatê xwe reviyaye û haiye Tirkiyeyê ji biçûkatiya xwe vir va 40 sal e peykeran çêdike.
Safvan bi kevirên Rihayê yên wek kevirê nahîtê tên binavkirin va peykerên ji hev xweşiktir çêdike.
Safvan niha ji bo Parka Gobeklîtepeyê ya li navenda bajêr ji hêla Şaredariya Xelîliyeyê va tê çêkirin peykeran çêdike ku ev peyker wek yên Girê Mirazan (Gobeklîtepe) in.
Peykersaz Safvan bi kevirên 3 mêtroyî yên şiklê wan wek tîpa "T"yê ye va peykerên şiklê heywanan li ser hene çêkir.
- "Dema ez kevirekî binêrim ew berhem di hişê min da xwe dide der"
Safvan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew 4 sal berê hatiye Şanliurfayê li vir jî peykeran çêdike, û wî 4 pêşangehan vekiriye û eleqeya însanan kêfa wî tîne.
Safvan wiha axivî: "Min berê jî li Stenbol, Enqere, Antalya, Mêrdîn û Eskîşehirê peyker çêkirin. Dema ez dixwebitim xemgînî, êş û dramên li Sûriyeyê difikirim ku ji ber vê zêdetir li ser berhemên xwe kûr dibim. Gobeklîtepe ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo dinyayê jî cihekî girîng e. Wisa xuya dike ku wê ji bo turîzma Şanliurfaym bi salên dirêj wek nirxekî bimîne. Van berhemên hûn dibînin ez di nav 5-6 rojan da çêdikim. Ez dixwazim parkên bajarên din jî bi berhemên cuda va bixemilînim. Ev 40 sal e ez vî karî dikim. Dema ez kevirekî binêrim ew berhem di hişê min da xwe dide der. Armanca min ew e ku ez li dû xwe berheman bihêlim û meriv min baş bi bîr bînin."