İbrahim Atmaca
22 Tebax 2019•Rojanekirin: 26 Tebax 2019
Li Bayburtê têjikeke werşeqê hat dîtin û wezîfedar bi bîberonê xweyî dikin.
Li devera çiyayî ya Bayburtê şivanekî têjikeke werşeqê dît û teslîmî wezîfedarên Midûriya Şaxa Parastina Siruştê û Parqên Neteweyî kir.
Wezîfedaran ji bo tenduristiyê têjik kontrol kir û paşê anîn Midûriya Herêma 13emîn a Parastina Siruştê û Parqên Neteweyî û hildan bin parastinê.
Saziyê ji bo têjikê beytarê heywanên kovî Selçuk Bayraktar wezîfedar kir û têjik di bin kontrola Bayraktar da tê xweyîkirin û bi bîberonê mîna dergûşan şîr didinê.
Wê têjikê bişînin Navenda Xelaskirina Jiyana Kovî û Rehabîlîtasyonê ya Zanîngeha Kafkasê û heta ku mezin bibe wê li wê derê bimîne.