Fatih Gazioğlu
22 Tebax 2019•Rojanekirin: 23 Tebax 2019
Xebatên ji bo parastina masiyên încî kefalê yên ku li Gola Wanê dijîn êdî encamê didin.
Di Gola Wanê da wek cisnê masiyan tenê încî kefal heye û dema xerzdanîna kefalê jî her sal di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da dest pê dike û ji bo vê masî berê xwe didin avên şirîn.
Bi saya xebatên parastinê giraniya masiyên kefalê zêde û bejna wan jî dirêj bû. Li gor lêkolînan bejna masiyên kefalê ji 15 santîmetreyê derket 24 santîmetreyê û giranahiya wan jî gihişt 125 gramê. Masiyên biçûk hêdî hêdî li qeraxê Gola Wanê kom dibin.
- "Masiyên biçûk axlêbe li qeraxê golê kom dibin"
Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Berhemên Avê yê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Dr. Mustafa Akkuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku qedexeya girtina masiyan ya di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da qediya.
Akkuş wiha got: "Masiyan piştî ku xerzê xwe danî, niha vegera wan dest pê kir. Vê gavê li qeraxê Gola Wanê gelek masiyên kefal yên biçûk hene. Ev hemû bi saya xebatên parastinê pêk hat. Çend mehan masî neyên girtin eskeran nobet girt. Niha masiyên biçûk tijî qeraxên golê bûn. Sedemeke din jî ew e ku li vê derê xwarina masî dixwin zehf e. Ji ber vê jî masiyên biçûk axlêbe li qeraxên golê kom dibin."
Akkuş destnîşan kir ku 14 hezar merivên herêmê bi xêra încî kefalên Gola Wanê debara xwe dikin.