Enes Sansar
23 Hezîran 2026•Rojanekirin: 23 Hezîran 2026
Zozanê Çiyayê Sîsê yê di sînorê Trabzon û Girêsûnê da ku xwedî raqimeke bi qasî 2 hezar û 182 metro ye, bi kulîlkan xemilî.
Li herêma Obaya Erkeksu ya zozanê, bedewiya siruştî ya ku bi bişkivîna kulîlkên binefşî û zer, dîmenekî dilrevîn pêşkêşî mêvanan dike.
Yên dixwazin di nava siruştê da demê derbas bikin, zozan ji bo wan cih û warê aramî û bêhnvedanê ye.
Zozanê Çiyayê Sîsê ku di her demsalê da rengekî cihê li xwe digire, bi taybet bi kulîlkên ku di mehên biharê û havînê da dibişkivin, dîmenên bêhmepa çêdike.
Zozanên ku car bi car bi ewrên mijê vedinuxumin, bi vê hêla xwe va jî bala geştiyarên ku tên herêmê dikişîne.