Nihat Kavşut
04 Nîsan 2020•Rojanekirin: 06 Nîsan 2020
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Li Midûriyetên Dirûtinê hefteyê da milyonek maske û 5 hezar tilûm û li Fabrîqeyên Derman jî 5 hezar litre dezenfektan tê çêkirin."
Akar ji bo tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) duh bi telekonferansê bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz û Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal ra axivî.
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar destnîşan kir ku bi derfetên neteweyî dest bi çêkirina maske, tilûm û amûrên paqijiyê kirine û wiha got: "Li Midûriyetên Dirûtinê hefteyê da milyonek maske û 5 hezar tilûm û li Fabrîqeyên Derman jî 5 hezar litre dezenfektan tê çêkirin."
Akar diyar kir ku li tesîsên Mamakê ya Saziya Endustriya Makîne û Kîmyayê jî xebatên ji bona di hefteyê da bi cureyên cuda 2,5 milyon maske û 100 hezar tilûm bên çêkirin temam bûn.