Haydar Şahin
04 Nîsan 2020•Rojanekirin: 07 Nîsan 2020
Ovacixa navçeya Tunceliyê ya bi xweşikahiyên xwe yên tebiî tê zanîn bi hatina biharê ji sedan çivîkên koçber ra malxweyîtiyê dike.
Li Ovacixa di nav Çiyayên Munzurê da cî digre bi hatina biharê xweşikahiyên tebiî derdikevin holê û navçe bi jiyana kovî balê dikişîne.
Ovacix bi çivîkên koçber şên bû
Li navçeya ku cureyên wê yên biyolojîk ên tebîetê zêde ne van rojan berf dihele û erd reş dibe, gelek cure çivîkên koçber navçeyê wekî rawestgeh bi kar tînin.
Masîgirên şevê yên refrefî tevdigerin û navê wan ê zanistî "nycticorax" e li der û dora Çemê Munzurê û di nav dar û avzêman da difirin.

Li Tirkiyeyê kêm zêde 3 hezar çot masîgirên şevê hene, ev çivîkan yan bi şev yan jî ber destê sibê bi masî, beq, mar û malqîzeran zikê xwe têr dikin.