Önder Beyter
20 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2020
Ji ber sînordarkirina derketina derva ya di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da li Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê kuçe û kolan bêdeng in.
Li Wanê kargehên ku ji sînordarkirinê muaf in, şixulê xwe didomînin û her wiha şêniyên bajêr jî pabendî sînordarkirinê dibin.
Ekîbên polêsan li deverên cuda yên bajêr xalên sepanê danîn û pabendbûna sînordarkirinê kontrol dikin.
Kolanên herî qelebalix ên Wanê yên Cumhuriyet, Kazim Karabekir û her Meydana Beşyolê xalî man.
Her wisa li Mûş, Bidlîs û Hekariyê jî kuçe û kolan ji ku welatî pabendî sînordarkirinê bûn, xalî man.
Ekîbên polêsan li hin taxan bi anonsê welatî hişyar kirin ku dernekevin derva.