Selma Kasap
20 Mijdar 2022•Rojanekirin: 22 Mijdar 2022
Ezmûna Perwerdeya Lîsansa Bilind û Personelên Akademîk (2022-ALES/3) ji hêla Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicîhkirinê (OSYM) va hat kirin.
Ezmûna ALESê îsal cara 3yemîn e ku çêdibe.
Ezmûn li 81 bajaran, li 92 navendên ezmûnê di 502 avahiyan da û 6 hezar û 744 salonan da çêbû.
Ji bo ALESê 170 hezar û 647 namzedan serî lê da.
Ezmûnê di saet 10.15an da dest pê kir û 150 deqîqe dewam kir.
Ezmûn di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê de hat encamdan.
Di ezmûnê da tevahî 100 pirs ji namzedan hatin pirsîn.
Li gor agahiya OSYMyê encamên ALESê wê di 9ê Çileya Pêşîn a 2022yan da bên eşkerekirin.
Puanên bên hildan ji roja eşkerekirina encaman pê va wê heta 5 salan derbasdar bin.