Emre Ayvaz,Ömer Ürer
24 Mijdar 2022•Rojanekirin: 25 Mijdar 2022
Waliyê Duzceyê Cevdet Atay eşkere kir ku navbera ku li bajêr ji ber erdhejê dan perwerdeyê heta 25ê sermawezê roja înê hat dirêjkirin.
Atay di daxuyaniya xwe ya ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî da got ku ji bo tevdîrê li tevahiya bajêr di hemû saziyên perwerdeyê da di 24ê sermawezê da navber dan perwerdeyê, her wiha xebatkarên astengdar û ducanî jî yên di kamuyê da dixebitin jî dê bi îzna îdarî bên hesibandin.
Li bajêr li navçeya Golyakayê bi lerza 5,9an erdhej çêbibû û ji ber erdhejê îro navber dabûn perwerdeyê.
Walî Atay dîsa ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî parvekirin kir û destnîşan kir ku li tevahiya bajêr navbera ku di hemû saziyên perwerdeyê da dabên heta 25ê sermawezê roja înê hat dirêjkirin ê got ku "Xwendekarên delal me dibistanên xwe roja înê jî tetîl kir. Em ê duşemê hev li dibistanan bibînin."