İbrahim Atmaca
05 Mijdar 2019•Rojanekirin: 05 Mijdar 2019
Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun girtina Resmiye Avada xwişka Ebûbekir el-Bexdadiyê pêşengê kuştî yê DEAŞa rêxistina terorê wiha nirxand, "Ev mînakeke din a serkeftina operasyonên têkoşîna terorê ya Tirkiyeyê ye."
Altun li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir, Tirkiye bêyî ku li îdeolojî û çavkaniya wê mêzeke têkoşîna terorê bê navber û rawestin didomîne.
Altun got, "Girtina xwişka Bexdadî di operasyonên me yên têkoşîna terorê da mînakeke din a serkeftinê ye. Em biryardar in kesên ku terorê dixe nav gelê me û dixwazin herêma me bê îstiqrar bikin, em derxin ber edaletê. Kes nikare bi vê biryardariya me me xeberde." û bal kişand di mijara biryardariya têkoşîna DEAŞê da li dijî Tirkiyeyê gelek propagandayên reşkirinê hatin kirin.
Altun destnîşan kir, Tirkiye di têkoşîna her cure terorê da Tirkiyeyê serkêşî kiriye û di vê mijarê da kes nikare bi tu awayî li ser tevkariya têkoşîna terorê ya ku bi şirîkan ra dimeşe, bikeve şik û gumanê
Altun diyar kir, hin aliyên li Washingtonê ji bo ku şirîkatiya Tirkiye û Amerîkayê têxin rewşeke xerab, hewl didin.
Altun destnîşan kir, di meha mijdarê da biryara ziyaretkirina Amerîkayê bi temamî di destê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da ye.
Altun got, "Di navbera Serokan (Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump) da têkiliyeke semîmî heye. Di mijarên ku berjewendiyên herdu aliyan eleqedar dike da wê di paşerojê da jî bi heman semimiyetê ser bisekinin."