Hat ragihandin ku herî zêde erhej li gundên Ûgûrlûyê (29.76 kîlometre), Şîrînkoy (32.05 kîlometre) Derekoy (34.16 kîlometre), Tepekoy (38.05 kilometre) û Zeytînliya (41.99 kîlometre) li ser Gokçeadaya navçeya Çanakkleyê hatiye hîskirin.
Ji ber erdhejê Atînaya paytextê Yewnanistanê û Rojavayê Trakyayê jî hêjiya.
Erhej li Çanakkale, Stenbol, Îzmir, Balikesîr û bajarên derdor û nêzî behrê hat hîskirin û gelek welatî ji mal û dikanan derketin kûçe û kolanan.
Li gor agahiyên dawîn ên ku hatin hildan ji ber tirsa erhejê hin kesên ku xwe ji qatên avahiyên bilind avêtin xarê birîndar bûn.