Ekip
30 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
TBMM
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan got, "Bi tenê di operasyonên 2 mehên dawîn ên li derva û nav welêt da 336 terorîst hatin berterefkirin, mixabin ji leşker, polês û gundparêzên me jî 43 kes şehîd ketin. Hêzên me yên ewlekariyê ketin şikeftên rêxistina terorî gelek sîleh û cebilxane girtin. Ez ji hêzên me yên ewlekariyê yê qehreman ra li ser navê xwe û navê gelê xwe spas dikim"
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Bi tenê di operasyonên 2 mehên dawîn ên li derva û nav welêt da 336 terorîst hatin berterefkirin, mixabin ji leşker, polês û gundparêzên me jî 43 kes şehîd ketin. Hêzên me yên ewlekariyê ketin şikeftên rêxistina terorî gelek sîleh û cebilxane girtin. Ez ji hêzên me yên ewlekariyê yê qehreman ra li ser navê xwe û navê gelê xwe spas dikim."
Serokomar Erdogan di Komcivîna Meclisê ya partiya xwe da axivî û got civîn ji welat, milet, demokrasî û siberojê ra bi xêr be.
Serokomar Edogan destnîşan kir ku Tirkiye li dijî rêxistinên terorî têkoşîneke mezin dide û wiha got: "Bi tenê di operasyonên 2 mehên dawîn ên li derva û nav welêt da 336 terorîst hatin berterefkirin, mixabin ji leşker, polês û gundparêzên me jî 43 kes şehîd ketin. Hêzên me yên ewlekariyê ketin şikeftên rêxistina terorî yên ku digotin tu kes nikare têkevê gelek sîleh û cebilxane girtin. Ez ji hêzên me yên ewlekariyê yê qehreman ra li ser navê xwe û navê gelê xwe spas dikim."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan der barê barkirina wîlayetên Hekarî û Şirnexê de wiha got: "Tiştên me di aboriyê de kirine li gor demên berê îro qat û qat zêdetir in. Me qet negot 'Li Hekariyê parlamanterê me tuneye, em balafirgehê çênakin.' Me ji bo Yuksekova û Cizîrê soza wîlayetê daye, em ê bikin wîlayet. Em ê bajarê Hekariyê bibine Yuksekovayê. Mesele bi tenê barkirina hin saziyan e. Mesele ev e. Şirnex û Hekarî wê bi saya Cizîr û Yuksekovayê bibin bajarên bihêztir û mezintir."
Serokomar Erdogan ji bo teslîmkirina endamên FETO jî bangî dewletan kir û wiha axivÎ "Niha ez bangî dinyayê dikim. Ez dibêjim werin ji bo îadekirina îtîbarê arîkariya me bikin, bizanin ku çi gava kesên ji we jî ketine destê mê hûn nikarin wan ji me bistînin."
Herwiha got: "Ev welêt teslîmî FETOya xayîn û şopînerên wê yên qehpe nehat kirin. Niha doz dest pê kirin, li Enqereyê, Stenbolê... Bi rûniştinên van dozan ve înşallah emê bi biryarên dadgehê va mafên îadeya îtibarê ya malbatên şehîd û xaziyan teslîm bikin. Di têkoşîna dijî terorê da yên revîne derveyî welêt ku em ê wan ji welatîbûnê derxin, em dixwazin hûn wan îade bikin. Heger hûn îade nekin 'men deqqa duqqa', em ê jî vê bikin."
Li ser Cizîr û Yuksekovayê jî Serokomar Erdogan wiha nirxandin kir: "Tiştên me di aboriyê de kirine li gor demên berê îro qat û qat zêdetir in. Me qet negot 'Li Hekariyê parlamanterê me tuneye, em balafirgehê çênakin.' Me ji bo Yuksekova û Cizîrê soza wîlayetê daye, em ê bikin wîlayet. Em ê bajarê Hekariyê bibine Yuksekovayê. Mesele bi tenê barkirina hin saziyan e. Mesele ev e. Şirnex û Hekarî wê bi saya Cizîr û Yuksekovayê bibin bajarên bihêztir û mezintir."
Wek din behsa nasnameya AK Partiyê kir û wiha pê de çû: "AK Partî partiyeke şoreşger e. Tirkiyeyê guherînên herî bicesaret û bibandor di dema AK Partiyê de dîtin. Di mijara maf û azadiyan de pêngavên ku di dema me de hatine avêtin heta niha tu demê nehatine avêtin."