30 Gulan 2017•Rojanekirin: 31 Gulan 2017
DIYARBAKIR
Der heqê Berdevkê HDPyê û Parlamenterê Şanliûrfayê Osman Baydemir da ji ber sûcê "Ji ber wezîfeya wî heqaret li xebatkarê umûmiyê kir" doz hat vekirin û biryara girtina wî hat derxistin.
Rûniştina dozê li 4emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Diyarbekirê hat kirin û parêzerê Baydemir Serdar Çelebî beşdar bû.
Çelebî diyar kir, muwekîlê wî berdevkê koma partiyê ye û kar û barên wî zêde ne û daxwaz kir ku ji bo hildana beyana Baydemir bila cardin nivîsa talîmatê were nivîsandin.
Dadgeh li ser daxwazê sekinî û diyar kir, parêzerê Baydemir ragihandibû ku wê beşdarî rûniştinê bibe, lê hazir nîne. Bi hinceta nehatina Baydemir li gor benda CMKyê ya 93/3yê der heqê wî da biryara "girtinê" derxist û rûniştin taloq kir.
- Ji îdianameyê
Digel qedexekirina Walîtiyê di 3yê Çiriya Paşîn a 2012an da li ber avahiya bajêr a BDPyê Osman Baydemirê ku wê demê Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê bû jî di nav da grûbeke ku ji 30 kesan pêk dihat, li wesayitên xwe siwar bûn û Bûlwara Turgut Ozal ji çûyîn û hatina wesayitan ra girtibûn û çalakiya rûniştinê kiribûn.
Di îdianameyê de wiha hat gotin:
"Di heman rojê de bi Serokê BDPyê yê Giştî û parlamentaran de gumanbar Baydemîr jî hebû. Li vê derê Baydemîr li ser hişyariyên hêzên ewlehiyê hatiye tesbîtkirin ku heqaretê polêsan dike û wiha dibêje: 'Xwedê belayê bide we, Xwedê belayê bide we, Xwedê belayê bide we, Xwedê we ji holê rake, bêşerefan, hûn faşîst in.'"