Türkan Tosun
27 Nîsan 2017•Rojanekirin: 28 Nîsan 2017
VAN
Danezana encama "3emîn Forûma Tirkiye-Îran"ê ya ku li Wanê ji hêla Navenda Lêkolînên Stratejîk a Tirkiye û Asyayê, Navenda Lêkolînên Navneteweyî û Polîtîk a Wezareta Karên Derva ya Îranê, Walîtiya Wanê û Ajansa Pêşketina Anadoluya Rojhilat va hatibû lidarxistin, hat eşkerekirin.
Di encama danezanê de hat gotin ku hevkariya herdu welatan divê bê xurtkirin.
Ji Tirkiye û Îranê walî, rihspî, nûnerên saziyên civakî, akademîsyen, parlamenter, rojnamevan û gelek rayedarên cuda beşdarî civîna ku danezana encamê ya forûmê hatibû eşkerekirin, bûn.
Encam bi raya giştî re hat parvekirin û hat gotin ku Gola Wanê û Gola Urmiyeyê wek golên "xwişk" hatine qebûlkirin ku ev pir girîng e. Ji bilî vê hat gotin ku divê herêma pîşesaziyê ya organîze bê aktîfkirin.