Abdullah Tel
28 Nîsan 2018•Rojanekirin: 30 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Serokomarê 11emîn Abdullah Gul li ofîsa xwe ya Maslakê der barê hilbijartina 24ê hezîranê da daxuyanî da rojnamegeran.
Gul destnîşan kir ku Tirkiye di heyameke derasayî da ye û berî qewlê hilbijartinê wê hilbijartinê zû bike û hêviya wî ew e ku ev yek ji bo her kesî bi xêr be.
Gul ji rojnamegeran ra got ku piştî ku qala hilbijartina pêşwext hat kirin Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu bêyî wî behsa navê wî kir û ew anî rojevê.
- "Der heqê namzediya min da êdî pêvajoyek tuneye"
Gul destnîşan kir ku tu daxwazeke wî ya ji bo namzediya serokomariyê tunebû û wiha pê da çû: "Ev pêvajoyeke ku min organîzekiribe û yan jî mudaxil bûbim nîne. Ez dixwazim ewilî ev bê zanîn. Ev daxwaz ji hêla kesên ku baweriya wan bi fikr, raman û rêvebirina min a dewletê hebû derket meydanê. Di nav wan kesan da kesên ji civata min jî bûn hebûn kesên û di nav civatên din ên civakê da jî cih digirtin hebûn. Di wê demê da min jî gotiye ku heke di nav civatê da lihevkirineke mezin pêk bê ya ji destê min û hevalên min bê ji bo kirinê em amade ne. Heke daxwazeke wiha ji piraniya civakê hebe û bixwazin ku ez berpirsyariyeke wiha mezin hildim ser xwe ne mimkun e ku ez xwe ji vê berpirsyariyê dûr bixim."
Serokomarê 11mîn Gul hewl û xebatên Karamollaoglu yê ku ji bo pêkhatina lihevkirin û guftûgoyan birêve dibir jî pîroz kir û wiha pê da çû: "Bi hevdîtin û xebatên ku Birêz Temel Beg kir da hat dîtin ku lihevkirineke mezin û daxwazeke wisa tuneye. Ji ber vê jî der heqê namzediya min da êdî pêvajoyek tuneye. Ji bo siberojê wicdana min rihet e."