Fatih Gazioğlu
23 Hezîran 2019•Rojanekirin: 24 Hezîran 2019
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim: "Niha Ekrem Îmamogluyê reqîbê min li pêşiyê ye. Ez wî pîroz dikim. Jê re serkeftinê dixwazim."
Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim li Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya AK Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.
Yildirim got niha encamên hilbijartinê tên dayîn û wiha axivî:
"Niha Ekrem Îmamogluyê reqîbê min li pêşiyê ye. Ez wî pîroz dikim. Jê re serkeftinê dixwazim. Ji bo feydeya Stenbolê çi bike em ê ji bo alîkariya wî (Ekrem Îmamoglu) xeyret bikin. Ez ji Rebbê xwe niyaz dikim ku ev encam ji Stenbola me ra, ji bo siberoja Stenbola me xêrê bîne. Ez ji ber ked û xebata wan spasiya gelê Stenbolê dikim. Ji hêla din ez gelekî spasiya malbata xwe jî dikim."