Haydar Şahin
23 Hezîran 2019•Rojanekirin: 24 Hezîran 2019
Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu got, "Îradeya miletê me tecelî kiriye. Ya dikeve ser milên me ew e ku rêzê nîşan bidin."
Karamollaoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da got, "Îradeya miletê me tecelî kiriye. Ya dikeve ser milên me ew e ku rêzê nîşan bidin. Ji ber vê daxwaza min ew e ku hilbijartina Stenbolê ji bo gel û welatê me bi xêr bibe, encama ji sindoqan derket ji bo zêdebûna xuşk û biratiya 82 milyon welatiyên me bibe wesîle."