Mümin Altaş
03 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo beşdarî Civîna 17emîn a Teşkîlata Tevkariyê ya Aboriyê bibe, wê îro here Xankendiya bajarê Azerbeycanê.
Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got: "Di civîna ku bi temaya 'Vîzyona Teşkîlata Tevkariyê ya Aboriyê ya Nû ya ji bo Dahatûyeke Domdar û Li Hemberî Guherîna Av û Hewayê Mayînde' tê lidarxistin da guherîna av û hewayê, bazirganî, torên gîhandinê û reforma Teşkîlatê mijarên sereke ne û welatên endam di civînê da seba tevkariyê wê fikrên xwe ji hev ra bêjin."
Altun daxuyand ku Serokomar Erdogan wê di rûniştina civînê da biaxive û bi pêşengan ra hevdîtinan bike.
Fahrettîn Altun destnîşan kir, digel serokên dewlet û hikûmetên welatên endam, KKTC jî di nav da çavdêr û nûnerên saziyên navnetweyî jî wê beşdarî civînê bibin.