Muhammed Nuri Erdoğan
04 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2025
Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin Hekariyê û navçeyên Çukurca û Yuksekovayê ziyaret kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin Serokê MÎTê Kalin ji bo peywendiyan çû Hekarî, Yuksekova û Çukurcayê.
Kalin bi Waliyê Hekariyê Alî Çelîk, Fermandarê Artêşa Duyemîn Orgeneral Levent Elgun, rayedarên eskerî û mulkî yên din ra hevdîtin kir.
Di hevdîtinan da ewlehiya sînor, herêmên baregehê û geşedanên dawîn ên li herêmê û geşedan bi berfirehî hatin guftûgokirin.