30 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
TBMM
Serokwezîr û Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim di komcivîna Koma TBMMyê ya AK Partiyê de axivî.
Yildirim beriya ku Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan vexwende li ser kursiyê got ku bi referanduma 16ê Nîsanê va destûra ku ji heyama wesayetê mabû bi saya rayên gel qismeke mezin hat guherandin.
Yildirim got piştî derbeyê ew li hember rêxistinên terorê têkoşîneke mezin didin û wiha axivî: "FETOya Sazîbûna Dewleta Paralel, PKKya rêxistina terorê ya cudaxwaz û ji aliyê din ve DEAŞa rêxistina terorê ya ku di demên dawîn de çalakiyên bibombe yên zindî ve dilê me diêşîne. Hemd ji Xwedê re bi saya bibiryariyê li hember hemû van rêxistinan têkoşîn tê dayîn û encamên baş tên hildan. Tişteke ku em dibêjin heye Serokomarê min. Teror wê êdî nebe belaya serê vî gelî. Teror wê di rojeva Tirkiyeyê de dakeve asta herî dawîn. Ji ber vê emsipasiyê hêzên me yên taybet dikin ku ew nabêjin şev û roj li ser sînoran, çiyayan û bestan ji bo welatê xwe têdikoşin. Rehma Xwedê li şehîdên me yên 15ê Tîrmehê û hem jî yên welêt diparêzin be ku ew ji bo yekîtî, hevrabûn û dahatûya welatê me canê xwe bihezkirinê feda dikin. Xwedê emrekî bixêr û dirêj bide xaziyên me."