Mustafa Mert Karaca
02 Îlon 2026•Rojanekirin: 02 Îlon 2026
Walîtiya Stenbolê ragihand, xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ji ber qezaya lihevqelibîna du keştiyên bazirganiyê yên bi alaya Tirk ên li peravên Sîlîvriyê, didomin û di xebatan da 2 helîkopter, 12 wesayîtên deryayî û gelek personel beşdar in.
Di daxuyaniya Walîtiyê da wiha hat gotin, "Derdora saet 03.00yan da, 18 mîl li başûrê peravên Sîlîvriyê, keştiya bazirganiyê ya bi alaya Tirk ya bi navê Alsu ku ji Kocaeliyê diçû Aliagayê û keştiya bazirganiyê ya bi alaya Tirk ya bi navê Tugberk Îmamoglu ku ji Bendera Îskenderûnê diçû Eregliya Karadenîzê li hev qelibîn."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku gelek tîmên deryayî yên Ewlekariya Qeraxan, Fermandariya Ewlekariya Keştiyan a Marmara û Tengavan û helîoptereke ewlekariya qeraxan sewqî cihê bûyerê hatin kirin û wiha hat gotin, "Li gorî tesbîtên pêşîn ên tîmên ku gihîştin herêmê, di keştiya bi navê Alsu da tu xesareke berçav nehat dîtin. Lêbelê heya vî çaxî peywendî bi keştiya bazirganiyê ya bi navê Tugberk Îmamoglu û 10 personelên wê ra nehatiye danîn. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên tîmên li herêmê didomin."
Di daxuyaniya Walîtiyê ya duyem a têkildarî qezayê da jî wiha hat gotin:
"Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ku piştî qezaya keştiyê ya li 18 mîlên deryayî (35 km) li peravên Sîlîvriyê hatin destpêkirin, berdewam dikin. Di xebatan da yên ku ji bo keştiya Tugberk Îmamoglu ya metalê sac ê rûloyî û hesinê înşeatê barkirî didomin, 2 helîkopter û 9 unsûrên deryayî yên Ewlekariya Qeraxên Marmarayê û her wiha 3 wesayîtên deryayî yên Ewlekariya Qeraxan wezîfeyê dikin."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku tankera bi navê Alsu ya ku ji lihevqelibînê bibandor bû, vala ye û hat tesbîtkirin ku li herêma qezayê kûrahiya deryayê nêzî 800-900 metreyan e."