Müslüm Etgü
03 Îlon 2026•Rojanekirin: 03 Îlon 2026
Li Şanliurfayê ji ser parsekekî biyanî ku ji hêla tîmên zabitayê hat girtin, 60 hezar lîre derket.
Ji hêla Serokatiya Daîreya Zabitayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Şanliurfayê, bi mebesta desteserkirina kesên ku li bajêr parsekiyê dikin xebatek hat destpêkirin.
Di vê çarçoveyê da li ser parsekekî Îranî ku li Kolana Dîvan Yoluyê hat girtin, 60 hezar lîre derket.
Ekîban dest danî ser pere û 3 hezar û 700 lîre cezayê pere yê îdarî li parsek birî.
Diyar bû, parsekê navborî yê ku piştî miemeleyan li Midûriyeta Îdareya Koçê ya Parêzgehê hat radestkirin, hatiye deportkirin.