Emrullah Cesur
11 Mijdar 2026•Rojanekirin: 11 Mijdar 2026
Di 31emîn Konferansa Aliyan a Peymana Çarçoveyê ya Guherîna Avûhewayê (COP31) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da, ku li Antalyayê tê lidarxistin, dê îro bi mazûvaniya Serokomar Recep Tayyip Erdogan Lutkeya Lîderan were lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê, lutkeya ku di navbera 9-20ê Mijdarê da li Qada COP31ê ya li Antalyayê tê lidarxistin, 196 welatên alîgirên Peymana Çarçoveyê ya Guherîna Avûhewayê ya NYyê û Yekîtiya Ewropayê tîne cem hev.
Lutkeya Lîderan a COP31ê ku çalakiya herî girîng a COP31ê ye, dê îro bi mazûvaniya Serokomar Recep Tayyip Erdogan li salona herî mezin a civîna giştî ya Anadoluyê ku li Herêma Şîn a Qada COP31ê ya li Antalyayê ye, were lidarxistin.
Tê payîn ku ji 6 parzemînan 95 welat û 102 lîder beşdarî lutkeyê bibin.
Di bernameyê da ligel Serokomar Erdogan û her wiha Serokê COP31ê û Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê Murat Kurum, Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres, Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ahmed Ali, Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese û Serokdewletê Brezîlyayê Luiz Inacio Lula Da Silva ku mazûvaniya COP30ê kiribû, dê biaxivin.
Serokomar Erdogan di vekirinê da dê qala vîzyona avûhewayê ya Tirkiyeyê bike.