Mümin Altaş
31 Tebax 2026•Rojanekirin: 31 Tebax 2026
Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo beşdariya Lutkeya Teşkîlata Hevkariyê ya Şanghayê gihîşt Bîşkeka paytextê Qirgizistanê.
Serokwezîrê Qirgizistanê Adilbek Kasimaliyev û Balyozê Tirkiyeyê yê Bîşkekê Mekin Mustafa Kemal Okem li Balafirgeha Navneteweyî ya Manasê, Serokomar Erdogan pêşwazî kir.
Tevî Serokomar Erdogan, hevjîna wî Emine Erdogan û şandeya pê ra jî gihîştin Bîşkekê.
Serokomar Erdogan dê îro beşdarî Merasima Vekirinê ya Lîstikên Koçeran ên Cihanî bibe ku dê li Bîşkek Arenayê bê lidarxistin.