01 Sibat 2018•Rojanekirin: 02 Sibat 2018
KILÎS
Mensûbên PYD/PKKya rêxistina terorê yên li herêma Efrînê bi roketê êrîşê navenda Kilîsê kirin.
Li gor agahiyan endamên PYD/PKKYa rêxistina terorê yên ku li Efrînê bi roketê êrîş birin ser navenda bajarê Kilîsê. Roket li xaniyekî du qatî yê li taxa Ekrem Çetîn ket.
Di êrîşê de kes nemir û birîndar nebû. Lê di dîwarê xanî de xisar çêbû.
Tîmên polêsan piştî êrîşê tedbîr wergirtin û li ciyê bûyerê lêkolîn dan destpêkirin.
Mehmet Balogluyê xwediyê xanî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku dema êrîşê ew razayîbûn û êrîş ferq nekirin û pê dernexist li xanîyê wî ketiye. Baloglu diyar kir ku serê sibê êrîş ferq kiriye û gazî polêsan kir û wiha dewam kir: "Xwedê em parastin. Em niha di şer da ne, dewlet û miletê me bila sax be."