Abdullah Tel
21 Hezîran 2018•Rojanekirin: 21 Hezîran 2018
MOSKOVA
Kelecana Kupaya Dinyayê ya FIFA 2018an a ku bi mazûvaniya Rûsyayê va tê kirin sibê wê bi 3 pêşbirkên komên D û Eyê va dewam bike.
Di van koman da pêşbirkên duyemîn wê sibê bên lîstin.
Di pêşbirka ewil a Koma Eyê da Brezîlya û Kosta Rîka li di saet 15.00yî da wê li Stada Saint Petersburgê bên hemberî hev.
Brezîlya ya ku di pêşbirka xwe ya ewil da bi Swîsreyê ra hatibû hemberî hev û beramber mabû xwedî puanekî ye û puanê Kosta Rîkaya di pêşbirka ewil da li hemberî Sirbistanê têk çû jî tuneye.
Nîjerya û Îzlandaya di Koma Dyê da ne jî ji bo pêşbirka duyemîn a sibê wê di saet 18.00yî da li Volgograd Arenayê bên hemberî hev.
Îzlanda niha xwedî puanekî ye û di komê da niha puanê Nîjeryayê tuneye.
Di pêşbirka dawîn a rojê da jî ji Koma Eyê wê Sirbistan û Swîsre di saet 21.00ê da li Stada Kaliningradê bên hemberî hev.