01 Mijdar 2018•Rojanekirin: 02 Mijdar 2018
ŞIRNAK
Li Şirnexê duh operasyon hat kirin û li gor tesbîtê ji terorîsên ku hatin berterefkirin, yek jê kiryarê êrîşa ku li Dargeçîta navçeya Mêrdînê hat kirin û 8 esker tê da şehîd bûn, e.
Hêzên ewlehiyê li Çiyayê Cûdiyê û li devera çiyayî ya Demirbogaza Guçlukonakê operasyon da destpêkirin û di operasyonê da yek jê sax 10 terorîst hatin berterefkirin û xebatên li ser operasyonê dewam dikin.
Li gor lêkolînê ji terorîstên ku di operasyonê da hatin berterefkirin yek jê Lokman Gençê bi kodnavê "Kemal Bagog" e û ji terorîstên ku di 4ê cotmehê da li averêya gundê Umutluyê yê Dargeçîta navçeya Mêrdînê êrîş kirin û 8 esker şehîd kirin, yek e.
Ji aliyekî din va di operasyona ku li devera çiyayî Demirbogaza Guçlukonakê hat kirin da li stargeha terorîstan xebitandiye 3 çekên lûledirêj û muhîmatên wan û gelek alavên jiyanî hatin bidestxistin.
Di operasyona Çiyayê Cûdiyê da jî 7 çekên lûledirêj, 7 bombeyên destan, gelek muhîmat û alavên jiyanî hatin dîtin.