Haydar Şahin
18 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2018
SÎVAS
Li Suşehriya navçeya Sêwasê agir bi dorseya tira ku ka lê bar kiribûn ket, ji ber şewatê zirar çêbû.
Lastîka paşiyê ya tira bi pîlaqeya 04 B 0067 a Ahmet Demir diajot li tanga gundê Kuçukguzelê ya li ser rêbeja D-100ê teqiya.
Demirê ajokar tira xwe li rexê rê da sekinandin û dît ku agir bi kaya di dorseya tirê da ketiye li ser vê haya ekîbên agirkujiyê pê xist. Ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Suşehriyê di demeke kin da hatin dewsa bûyerê û midaxele kirin û agir temirandin.
Di şewatê da 400 balye ka bû xwelî û zirar çêbû.