Haydar Şahin
18 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê zarokê 5 salî yê ku winda bibû hindik mabû bicemidiya hat dîtin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, li Taxa Xamurkesenê Cevat G. ji bo here marketê Î. H. G.yê (5) kurê xwe di wesayîtê da hîşt û ji wesayîta xwe peya bû. Ji pey wî ra Î. H. G. jî ji wesayîtê derket û winda bû.
Cevat G. dema zivirî mêze kir ku kurê wî di wesayîtê da tune û li ser vê ji cendirmeyan û ekîbên AFADê alîkarî xwest.
Ekîban li herêma ku rewşa hewayê giran bû dest bi xebatan kirin, piştî xebata ku 8 saetan dewam kir lawik li ser girekî li Taxa Akziyaretê ya 5 kîlomêtre ji ciyê lê winda bibû dûr e dîtin. Hindik mabû lawik bicemidiya.
Ekîbên cendirmeyan lawikê ku xwe sipartibû binê darekê dîtin, betanî lê alandin û anîn Qereqola Cendirmeyan a Akziyaretê.
Ekîbên Serwêsa Acil a 112ê li vê derê midaxeleya ewil kirin û paşê lawik rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan a Şanliurfayê.
Hat ragihandin ku rewşa Î. H. G. rind e.