20 Sibat 2017•Rojanekirin: 21 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Serokê Lijneya Rêvebirinê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Şenol Kazanci û Midûrê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a Ûris TASSê Sergey Mîkhaylov ji bo peywendiyên dualî û mijarên hevkariyê kom bûn.
Mîkhalyov û heyeta bi pê ra ku li ser vexwendina Kazanci hatin Stenbolê, li ofîsa AAyê ya Stenbolê hatin ezimandin.
Herwiha Alîkarê Midûrê Giştî yê TASSê Mîkhaîl Gusman û Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Mustafa Ozkaya jî beşdarî civînê bûn.
Di hevdîtinê da mijarên wekî hevkarî û peywendiyên dualî yên AA û TASSê hatin gotûbêjkirin.
Ji xeynî vê, di kombûnê da Kordînatorê Akademiya Nûçeyan a AAyê Umît Sonmez jî der heqê fealiyetên akademiyê da agahî da Mîkhalyov.
Kazanci û Mîkhalyov herwisa di hevdîtinê da diyarî jî dan hevdu.