27 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
ANKARA
Bi tevkariya Ajansa Anadoluyê (AA) û Serokatiya Akademiya Polêsan va ji bo "Bernameya Sertifîkaya Nûçegihaniya Şer" serlêdanê dest pê kir. Di bernameyê da nûçegihanên ku wê bikaribin di şer, afat û halên derasayî da wezîfeyê bikin, werin perwerdekirin.
Perwerdeyê bi kordînasyona Akademiya Nûçeyan a AAyê di 15-26ê gulanê da li Enqereyê were dayîn. Dersên terorîk û pratîk ên perwerdeyê wê ji aliyê rojnamegerên bitecrube yên AAyê û pisporên Midûriya Giştî ya Emniyetê, Hêzên Çekdar ên Tirkiyê, Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acîlê (AFAD) û Misteşariya Pergal û Ewlehiya Qamûyê va werin dayîn.
Kesên ku nexweşiyeke wan a kronîk û bedenî tunene û bikaribin seyahatê bikin, têkiliya wan bi leşkeriyê ra nemabe, ji 35 saliya xwe derbas nebûbe, herî kêm pêşlîsans xwendibe û dêrçûyê fakulteya ragihandinê û dêrçûyê beşa radyo-têlevîzyonê û xebatkarên saziyên medyayê dikarin serlêdanê bikin.
Kesên ku beşdariya perwerdeyê heq dkin, wê ji bo bernameyên tirkî 6 hezar lire, ji bo bernameyên îngilizî 5 hezar dolar bedela perwerdeyê bidin. Ji mensûbên çapemeniyê yên rêxistinên civata sivîl jî ji sedî 25 daşikandin heye.
Di dawiya perwerdeyê da wê sertifîkayeke navneteweyî bidin beşdarvanan.
Kesên ku dixwazin beşdarî perwerdeyê bibin dikarin li ser malpera "http://www.aahaberakademisi.com"ê li hûrguliyên mijarê mêze bikin, ji bo serlêdanê jî forma li ser "http://haberakademisi.com.tr/SavasMuhabirligiBasvuru.aspx"ê wê were dagirtin û were kirin. Serlêdanê di 30ê nîsanê da kuta bibin.