Haydar Şahin
18 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2019
ERZURUM
Li Erziromê berf barî, bajar bi xemla sipî xemilî û dîmenên xweşik derketin holê.
Li bajarê ku her demsalê xweşikahiyên cuda derdikevin holê demek e berf dibare, piştî barîna berfê park, baxçe û daristan çîl û sipî bûn. Ekîba AAyê ji hewayê dîmenên Erziroma bi xemla sipî xemilî kişand.
Erzirom ji bajarên herî sar ên welêt yek e, di sitranan da ji bo Erziromê dibêjin "11 meh sipî, mehek hişkayî wekî mayîn havîn e bira havîn e". Li bajêr hin caran bi şev germahiya hewayê dadikeve di binê sifirê da 20 pileyî.
Zivistanê her çiqasî di jiyana welatiyan da tengasî derkevin jî xweşikahiyên ku derdikevin holê jî zehf balkêş in.