18 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Piraniya wan jin û zarok kêm zêde 17 hezar Kurdên Sûriyeyî yên ku ji ber şerê li welatê xwe û tehdeyên YPG/PKKya rêxistina terorê nikarin vegerin malên xwe li Sirûca navçeya Rihayê li navenda hêwirînê yê berwext de jiyana xwe didomînin.
Navenda Hêwîrinê ya Berwext a Sirûcê ev 4 sal in ji bo Kurdên Sûriyeyî yên ku di sala 2014an de ji pevçûnên li Kobanêyê reviyan û xwe sipartin Tirkiyeyê xizmetê dide.

Sûriyeyî li marketên li navendê dan û sitandin dikin, tesîsên perwerde û tenduristiyê yên van deran jî hewcehiyên xwe yên din pêk tînin.
Midûrê Navenda Hêwîrina Berwext a Sirûcê Huseyin Saygin der barê xizmetên ku li tesîsê tên kirin de daxuyanî da rojnamevanan û got ku Tirkiyeyê seranserê dîrokê li gel mezlûman cî girtiye.

Saygin bi bîr xist ku navend di adara 2015an de ket xizmetê û wiha axivî: "Nia li kampa me dora 17 hezar kesî mirov hene. Kêm zêde 7 hezarên wan zarok in. Dîsa ji sedî 60ê mezinan jin in. Em xizmetên bingehîn ên wekî lêmayîn, perwerde û tenduristiyê didin kesên ku li vir dimînin. Em hewl didin ku her cure hewcehiyên mêvanên xwe pêk bînin."
Saygin qal kri ku di nav navendê de nexweşxane û tesîsên perwerdeyê hene.

- "Rêxistinên terorê em ji welatê me kirin"
Ji penaberên Sûriyeyî Eyşe Ferdaniyê qal kir ku 3 sal berê bi 5 zarokên xwe xwe sipartin Tirkiyeyê.
Ferdaniyê diyar kir ku ji tehde û zilma YPG/PKKya rêxistina terorê reviya û qal kir ku li Tirkiyeyê di nav ewlehiyê de ne.
Ferdaniyê qal kir hema bêje ku hemû Sûriye kavl û wêran bûye û got ku "Rêxistinên terorê em ji welatê me kirin. Di ser malên me de bombe barandin. Dema me fehm kir ku em nikarin li welatê xwe bijîn em hatin Tirkiyeyê. Em spasiya gel û dewleta Tirkiyeyê ya ku em li vir gelekî baş ezimandin dikin."