27 Gulan 2016•Rojanekirin: 28 Gulan 2016
ANTALYA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Ji hêla leşkerên DYAyê va ku hevalbendê me ye û di têkoşîna dijî terorê da xwedî îdiayeke mezin e, bikaranîn û emilandina armaya YPGyê ti carê nayê qebûlkirin."
Çavuşoglu di civîna çapemeniyê ya hevbeş a Civîna Dewletên Kêmpêşketî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da xeberda.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê wêneyên leşkerên Amerîkayê yên ku tê da bi sîmgeya YPGya rêxistina terorê xuya dikin da wiha got: "Pêşniyara me li wan ew e ku dema çûn herêmên din ên Sûriyeyê bila armayên DAEŞ, Nusra û Qaîdeyê bi xwe va bikin, dema çûn Afrîqayê jî bila ya Boko Heramê bi xwe va bikin."
Çavuşoglu diyar kir ku bi tu awayî emilandina armayê nayê qebûlkirin û wiha dewam kir: "Birêz Obama û Kerry him li ser têlefonê ji Birêz Serokomarê me ra dibêjin bawerî bi YPG û PYDyê tuneye û em di têkoşîna dijî terorê da bi Tirkiyeyê ra ne û him jî peyra armayên rêxistina terorê ku herî dawîn li Enqereyê bû sedema du teqînan bi xwe va dikin. Çi dibêjin, 'me ji bo ewlehiya xwe wisa kir.' Pêşniyara me li wan ew e ku dema çûn herêmên din ên Sûriyeyê bila armayên DAEŞ, Nusra û Qaîdeyê bi xwe va bikin, dema çûn Afrîqayê jî bila ya Boko Heramê bi xwe va bikin. Bersiva me ji bo kesên ku dibêjin em YPGyê wekî van rêxistinan nabînin ew e ku ev durûtî ye."
Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku cihêkariya di navbera rêxistinê terorê da nayê qebûlkirin û got ku em li dijî hemû rêxistinên terorê ne.
Li Sûriyeyê di operasyona hevbeş a leşkerên DYAyê û YPGya şaxa çekdar a PYDyê da li ser unîformayên leşkerên DYAyê armayên YPGyê hebûn. Wezareta Parastinê ya DYAyê li ser mijarê daxuyanî dabû û wiha gotibû: "Hêzên operasyonên taybet berê jî di operasyonan da hin sîmge û îşaretên hevalbend û şirîkên xwe emilandibûn."