27 Gulan 2016•Rojanekirin: 28 Gulan 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di operasyonên li dijî endamên PKKya rêxistina terorê da yek jê jin 8 endamên rêxistinê teslimî hêzên ewlehiyê bûn.
Li Nisêbînê operasyonên ku ji bo dagirtina kortan, rakirina barîkatan, îmhakirina teqemeniyan û berterefkirina endamên rêxistinê dest pê kiribûn dewam dikin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê li kolana Tunça taxa Yenîşehirê yek jê jin 8 endamên rêxistinê teslimî hêzên ewlehiyê bûn û bi van kesan hejmara endamên ku teslim bûn derket 76an.
Hat diyarkirin ku der heqê endamên teslim bûn da pêvajoya edlî dewam dike û wek mayîn di operasyonan da 2 endamên rêxistinê jî hatin kuştin.